Wezareta Pêşmerge: Vê gelê Kurdistanî çawe rêz li Îraqê bigire?

nabe Ebadî ewqas ji xwe razî be
کوردستان TV
100%

Wezareta Pêşmerge daxuyanek belav kir û tê de gazinc ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku di bidawîbûna şerê DIŞIê de behsa Pêşmergeyan nekiriye û wiha hat gotin: "Em fêm nakin bê çawa wijdana wî qebûl dike? Bi çi rûyî dê li benda gelê Kurdistanê bibe ku ji Iraqê hez bike."

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye diyarkirin ku "îro Heyder Ebadî bi boneya bidawîbûna şerê li dijî DIŞIê li Iraqê, pîrozbahiya hemû hêzên çekdar ên Iraqê kir û navê wan anî ziman, lê bi ti awayî navê Pêşmerge bi lêv nekir û bi ti şêweyê behsa rol û lehengiya Pêşmergeyan li dijî DIŞIê nekir".

Wezareta Pêşmerge diyar kir, Heyder Ebadî careke din nîşan daye ku nikare wek serokwezîrê welatî serederiyê bike û rola Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê piştguh neke. Tevî wê yekê ku cîhan şahid e ku Pêşmerge beriya hemû hêzên çekdar ên Iraqê ku navê wan anî ziman û pîrozbahî kir, efsaneya DIŞIê têk bir û eger Pêşmerge nebûya, ne dûr bû ku hîn jî nîvê erdnîgariya Iraqê di bin destê DIŞIê bûya.

Herwiha Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de got ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vê carê jî nekariye rik û kîna xwe ya li hember Pêşmerge veşêre û wiha dewam kir: “Em nizanin û qet fêm nakin bê çawa wijdana wî aram dibe? Gelo dê çi bibêje ji zarok û malbatên 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetirî 10 hezar pêşmergeyên birîndar ku ew xwe wek serokwezîrê wan dizane û ew pêşmerge ji bo têkbirina DIŞIê şehîd û birîndar bûn?! Êdî bi çi rûyî dê ji wan û ji gelê Kurdistanê hêvî bike ku Iraqê hez bikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku pêwîstiya Pêşmerge bi pîrozbahiyê tine ye, lê tê dîtin, li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemîna gotûbêjan were xweşkirin, cenabê serokwezîr berovajî vê yekê tevdigere!

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.