Serok Barzanî weke kesayetiyê salê hat hilbijartin

Serok Barzanî ji sedî 73 dengan bidest aniye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî weke kesayetiyê salê  yê Îraqê hat diyar kirin.

Li gor rapirsiyeke malpera Elxedîr ya Îraqê, di çarçoveya rapirsiyeke ku ji alê vê malperê ve hatiye organîzekirin, Serok Barzanî di nava hijmareke zêde kesayetiyên Îraqî û Kurdistanî de ku hatibûn destnîşankirin, bûye  yekem.

Di rapirsiya han de Serok Barzanî zêdetir ji sedî 73ê dengên dengderan bidest xistiye û bûye kesayetiya herî bihêz ya sala 2017an a Îraq û Kurdistanê.

Piştî Serok Barzanî Muqteda Sedir jî ji sedî 11 dengan bidest xistiye, Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ji sedî 2ê dengan bidest xistiye, Serokkomarê Îraqê ti dengek ne aniye, Emar Hekîm jî ji sedî 8ê dengan bidest xistiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.