NY dibêje çavkaniya mûşekên ku ji aliyê Husiyan ve bo Siûdiyeyê hatine avêtin diyare.
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku hin zaniyarî ji aliyê hin çavkaniyên bawermend ve ketine destê NY û çavkaniya wan mûşekên ku ji aliyê çekdarên Husî ve li dijî Siûdiyeyê haitne bikaranîn îsbat dikin.
Guterres herwiha diyar kir ku li gor zaniyariyên han çavkaniya wan mûşekên ku ketine destê çekdarên Husî yek welate û tevahiya wan mûşekan xwedan çend taybetmendiyên hevbeş û weke hevin ku ew jî îsbat dike ku ev mûşekên han ji aliyê kargeheke leşkerî ya diyar ve hatine çêkirin.
Nav hatî bi awayekî ne raste rast ew yek diyar kir ku çavkaniya wan mûşekan Îran û Îran hevkariya leşkerî ya berfire pêşkêşî çekdarên Husî kiriye û dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin