Amerîka: Bila welatiyên me yên li Tirkiyeyê gelek hişiyar bin

Amerîka dibêje rewş nebaşe, hişiyar bin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Amerîkayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişiyar kir.

Mîsyona Dîplomatîk ya Amerîka ya li Tirkîyê, bang li welatiyên xwe yên li wî welatî kir ku dûrî xwepîşandanên li pêş nûnertîyên Amerîkî bisekinin.

Mîsyona Dîplomatîk ya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir ku balyozxaneyên Amerîka yên li Enqere, Edene û Stenbolê ewê îro Înê jiber xwepêşandanên  ku biryare werin lidarxistin nayên vekirin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Amerîkayê hatiye kirin daku gelek hişiyar bin û xwe biparêzin.

Serokê Amerîka Donald Trump pêr Çarşemê ragihandibû dîyar kiribû ku ewê Orşelîmê êdî wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin û karbidestên Tirk dijî vê biryarê bertek nîşan dabûn.

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku ewê biryara Trump herêmê bixe nav agireke bitîn.

 

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.