Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî ku Amerîkayê Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir û biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhezin Qudsê daxuyaniyek da. Tillerson got, veguhastina balyozxaneyê ‘bi îhtimaleke mezin heta 2 salan pêk nayê'.
Tillerson li Fransayê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re civiya û paşê daxuyaniyek da.
Tillerson got, "Ev (veguhastina balyozxaneyê), ne tiştekî wisa ye ku îsal an jî du sal şûnde bibe. Lê Serok (Trump) xwest ku em gelekî şênber û bi biryar tevbigerin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin