Serok Barzanî: Lazime tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalogê werin çareser kirin

her du alî daxwaza diyalog û danûstandinê dikin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî û Cîgirê Serokkomarê Îraqê civiyan.

Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokkomarê Îraqê Osame Nocêfî kir.

Di civînê de ku hijmareke rayedarên partiya demokrata Kurdistanê jî tê de beşdar bûn rewşa siyasiya cîhanê, ya Îraq û deverê hate nirxandin û behsa rewşa jiyana aware û koçberan û rewşa navxweyî ya bajarê Mûsilê jî hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê, prosesa siyasiya Îraqê û pêşeroja jiyana siyasî ya pêkhateyên Îraqê hatin nirxandin û behsa kêşe û metirsiyên nava prosesa siyasî jî hate kirin.

Her di vê derbarê de Serok Barzanî û Nocêfî tekez li ser vê yekê kirin ku nabe kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya tundûtîjî û bikar anîna hêzên û feriz kirina ermê waqê werin çareserkirin belku lazime tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalog û giftûgoyê werin çareserkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.