Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan

pergala dadweriya Tirkiyeyê naxwaze Demîrtaş were azadkirin
کوردستان TV
100%

Dadgeha Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaşî ku ev ji salekê zêdetire girtiye destpêkir. Demirtaş ji ber ku dê îfadeya wî bi pergala SEGBISê were girtin neanîna dadgehê. Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan û girtî bimîne.

Rûniştina ewil ya dadgeha Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş li kampûsa girtîgeha Sincan a Enqerê li Dadgeha Cezayê Giran a 19. a Enqerê destpê kir. Li derdora salonê bergiriyên ewlehiyê hatin pêkanîn.

Li gor nûçeya Mesut Hasan Benli yê rojnamegerê Huriyetê, Demirtaş ji ber ku xwestine îfadeya wî bi SEGBISê were girtin derneketiye dadgehê.

Demirtaş vê sibê daxwaznameyek ji dadgehê re şandibû gotibû ew dixwaze beşdarî rûniştina dadgehê bibe.

Dozgeriyê ji Dadgehê xwest ku Demirtaş neyê berdan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.