Rêberê Tevgera Sedir peyamek ji Şahê Erebistana Siûdî re şand û ragehand ku eger gav neyên avêtin vê şermezar bibin.
Li gor nûçeya çapemeniya ereb îro 07.12.2017ê rêberê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir di civînek çapemeniyê de peyamek ji şahê Erebistana Siûdî Şah Selman Bin Ebdulezîz re rêkir.
Di peyama xwe de Muqteda Sedir piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji Şah Selman dike berê şerê hevpeymaniya ereb û îslamî ji Yemenê veguhêze bo Orşelîmê.
Muqteda Sedir dibêje eger hevpeymaniya îslamî ‘’Orşelîmê rizgar neke emê serşor û şermezar bibin.’’
Muqteda Sedir daxwaz ji Şah Selman kir, dawî li şer û nakokiyên li Sûriyê, Yemenê û Behrênê bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin