Civata ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dê ser mijara Qudisê sibê înê bi awayekî awarte kom bibe.
Serokê Amerîka Donald Trump do çarşemê ragihandibû ku ewê êdî Qudisê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.
Fransa, Îtalya, Brîtanya, Bolîvya, Misir, Senegal û Urguay bi serlêdana hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres xwest ku di kombûna CENY’ê de ser mijara Qudisê raporekê bide.
Guterres ji New Yorkê diyar kiribû ku çareserîya bo Qudsê hevdîtinên rasterast yên karbidestên Fîlîstîn û Îsraîlê ne.
Guterres gotibû ku ez dijî hemî gavên ku aştîya di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de dixe metirsîye me.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin