Li Colemêrgê ji ber Rewşa Awarteyê çalakî hatin qedexekirin

zextên leşkerî li ser welatiyan zêde bûne
کوردستان TV
100%

Walîtiya Colemêrgê biryar girt ku destûr ji bo xwenîşandan, daxuyaniya çapemeniyê, civînên li salon û ji derveyî salonan û meş bên wergirtin, çalakiyên weke vekirina kon û standan û çalakiya rûniştinê li bajêr were qedexekirin.

Walîtiya Colemêrgê di çarçoveya Yaseya Rewşa Awarte de li navenda bajêr û navçeyan hemû çalakî qedexekirin. Biryar ji bo 30 rojan hatiye wergirtin û wê îro dest pê bike, di 2yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê de biqede.

Walîtiyê biryar girt ku ji bo bernameyan jî destûr bê standin û îro di malpera xwe ya fermî de aşkere kir ku biryar beriya niha bi sê rojan (3yê Kanûna Pêşiyê) hatiye standin.

Di heman biryarê de hatiye diyarkirin ku ji 21ê Tîrmehê ay 2016yê heta niha Rewşa Awarte her ji sê mehan carekê hatiye dirêjkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.