Jiber meha remezanê vê hilbijartin sê roj zûtir werin lidarxistin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê de ragihand ku em ê roja hilbijartinê 3 rojan bi pêş ve bînin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê de got: "Dîroka hilbijartina Iraqê di 15ê Gulanê de, lê ji bo ku dikeve meha Remezanê me dîrok 3 rojan bi pêş ve anî."
Heydr Ebadî li Bexdayê di axaftina xwe ya heftane ya civîna çapemeniyê de got: "Li ser daxwaza me, Lijneya Wezîran a Iraqê dîroka hilbijartinê guherand û ji 15ê Gulanê anî 12ê Gulanê."
Piştî ku biryara lidarxistina hilbijartina Iraqê wekî 15ê Gulanê hatibû diyarkirin suniyan îtîraz kiribû. Suni ji Bexdayê daxwaz dikin ku hetanî rewşa sivîlan normalîze nebe bila hilbijartin werin paşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin