Derbarê serokê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

jiber eşkere kirina gendeliyan li hember vî doz hat vekirin
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya Tirkiyeyê ji heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî de lêpirsîn da destpêkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gilî li Kiliçdarogluyî kiribû ji ber axiftina wî ya duh ku di "Dîdara Jinan a Dadwerî û Wekheviyê ya partiya xwe de kiribû.

Di gilînameyê de hatibû xwestin ku ji tawana "heqaretkirina li serokkomarî" lêpirsîn were kirin û ji wê tawanê doz lê were vekirin.

Kiliçdarogluyî gotibû ku hikûmeta wê serdemê razên dewletê dane Riza Serafê ku li DYAyê ji binpêkirina mueyideyan tê darizandin û Serokkomar Erdogan bi girtina dosyayên bertîlê tawanbar kiribû.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.