Almanya û Fransa welatîyên xwe yên li Qudsê hişyar dikin

Almanya û Franse li hember biryara Trump digliranin
کوردستان TV
100%

Biryare Trump îro biryara veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudisê ragehîne.

Ajansa nûçeyan yaReutersê belav kir ku piştî nêz bûna dema ragihandina biryara Amerîkayê ya bo veguhestina balyozxanyea Amerîkayê ya li Tilevîvê bo Orşelîm ( Qudisê) her yek ji ALmanya û Franse dilgiraniya xwe diyar kirine.

Di berdewamiya nûçeya han de hatiye nivîsandin ku Almanya û Franse ji rewşa ewlekarî ya Qudisê dilgiranin lewre welatiyên xwe yên ku li Qudisê ne hişiyar kirine ku haya wan ji ewlekariya xwe hebe.

Wezaretên derve yên Almanya û Fransa bi daxuyaniyan ragihandin ku Serokê Amerîka Donald Trump dê Qudisê êdî wek paytaxta Îsraîlê bibîne û ew jî dibe ku li wê derê bibe sedema hin aloziyan.

Her du welatan ji welatiyên xwe xwestin ku ji mediyaya herêmî nûçeyan bişopînin û li dûrî herêmên bi metirsî bisekinin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.