Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdoğan di komcîvana partiya xwe de axivî. Erdoğan di vê axaftina xwe de li ser geşedanên li Tirkiyê û herêmê rû didin sekinî û got ku planeke DYA(Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê) li hemberî me heye.
Erdoğan herwiha li ser meseleya Qudsê jî got ku dibe ku em ê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut bikin.
Erdoğan di derbarê alîkariya çekan ya bo hêzên Kurdî li Sûriyê ku DYA dişînî, got ku ti planên me li dijî DYAyê nîn in û îdîa kir ku planeke DYAyê li dijî Tirkiyeyê heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin