Di encam de herî kêm 8 kes hatin kuştin
Hin jêderên mîdiyayî yên Sûriyeyê belav kirin ku îro di nava taxeke bajarê Himsê de tirimbîleke bombekirî hatiye teqandin û di encama teqîna han de herî kêm 8 welatî hatine kuştin.
Jêderên han behsa vê yekê dikin ku 15 welatiyên din jî birîndar bûne û birîna gelek ji wan jî xedare.
Li gor çapemeniya Sûriyeyê teqîn li taxê Akrameh pêkhatiye û piraniya şêniyên vê taxê jî welatiyên Elewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin