Çiyayê Agûngê hefteyeke agir direşîne der dora xwe

ev bûyer zirareke mezin daye kertê torîzimê
کوردستان TV
100%

Li Girava Baliyê ya Endonezyayê ev hefteyeke ku dûman derdixe û agir direşîne der û dorên xwe. Zirara çiyayê volkanik ji tûrîzma Baliyê re li dora 665 mîlyon dolare.

Hefteya borî  dûman û xweliya ku ji çiya derdiket gihîştibû bilindahiya 6 hezar metreyî. Ji ber talûka teqînê heye, tedbîr di asta herî bilind de hatine sitendin.

Balafirgeha Lombokê hefteya borî ji balafiran re hatibû qedexekirin. Hêjî îhtîmala talûkeyeka mezin heye û dewam dike. Tûrîzma Baliyê bi awayeke neyînî ve diçe. Tenê ew kesên ku mubtelayê dîmenên weha ne, ber bi giravê ve diçin.

Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.