Seîd Sasonî çû ber dilovaniya xwedê

helbestvanekî Kurd wefat kir
کوردستان TV
100%

Helbestvanê navdar yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvanê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Seîd Samsonî piştî demeke dirêj şer li gel nexweşiyê li bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvanê nav hatî yê bi navê Xelîl Mihemed Elî yê ku pîşeya vî ya serekî yasanasî bû, û jiber helbestên vî navê  vî kiribûn Seîd Samsonî, di sala 1944an li bajarê Qamîşloyê de ji dayik bibû.

Her li vê bajarê Xwendina xwe bidawî anî bû. Beşê yasayê li zanîngeha Helebê temam kiribû.

Lê jiber ku ne xwedanê nasnameyê bû nikarîbû xwe di nava sendîkaya parêzerên Sûriyeyê de tomar bike.

Nav hatî sala 2008an rastî nexweşiya penceşêrê hatibû û bo derman kirinê çûbû bajarê Batmanê ya li Bakûrê Kurdistanê û di dawî de jî jiyana xwe ji dest da.

Nav hatî xwedan çend berhemên curbicure ku piraniya wan helbest û bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin û çend xelatên curbicur jî wergirtiye.

 

Edeb

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.