Serok Barzanî li gel saziyên pîşeyî civiya.
Serok Barzanî îro li Selahedînê li gel desteya saziyên pîşeyî, girseyî, berpirs û sekretariyet û kadroyên saziyên girseyî û pşeyî yên ser bi partiya demokrata Kurdistanê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û bi berfirehî behsa pêşhatên dawî yên siyasî, referandum û qonaxa piştî referandumê, rewşa niha ya prosesa siyasiya Îraq, Kurdistan û deverê kir.
Serok Barzanî diyar kir ku me beriya lidar xistina referandumê jî diyar kiribû ku piştî referandumê proseseke vekirî bo diyalog û danûstandinê li gel Bexdayê destpê dikin, lê mixabin di şûna diyalogê, rastî hewldanên xwe ferizkirin bi zorê, hêz û plangeriyan hatin û bi zorê çekê bersifa daxwazên me hate dayîn.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku niha jî em tekez li ser vê yekê dikin ku şer ne çareseriye û kes nikare emrê waqê bisepîne, jiber ku baştirîn rê giftûgo û diyaloge.
Serok Barzanî anî ziman ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê ew yek îsbat kiriye ku di şerê îrade de bi ti awayî serê xwe natewîne û alaya spî bo zordarî û xiyanetê bilind nake, berxwedana gelê Kurdistanê hertim serkeftinên gelek mezin bi xwe re aniye û vê carê jî bi serfirazî ji vê rewşa han ya ne normal û demkî derbas dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin