Polîsê Hewlêrê: Li Hewlêrê dizî zêde bûye

polîs dibêje dizî kirin li Hewlêrê zêde bûye
کوردستان TV
100%

Berdevkê polîsê Hewlêrê ragihand, çend kes bi tawana dizî kirinê hatine girtin û dizî jî li Hewlêrê zêde bûye.

Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz diyar kir ku di heyama çend rojên borî de me çend kes bi tawana diziyê girtin.

Hogir Ezîz her wiha got, hinek ji wan kesan bi awayekî band diziyê kirine hinek jî bi tenê diziyê kirine.

Wî efserê polîs da zanîn ku li gorî par û salên borî dizî li Hewlêrê zêde bûye û got, lê heta ji destê me tê em pêşiya diziyê digirin.

Hogir Ezîz nexwast amara diziyê li Hewlêrê eşkere bike û got, emê sersalê amara fermî ya diziyê eşkere bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.