Kongreya Amerîkayê çend komên Heşda Şebî dixe nava 'Lîsta Terorê'

Amerîka çend girûpên din yên heşda şebî xiste nava lîsteya terorê
کوردستان TV
100%

 

 Di malpera fermî ya Kongresa Amerîkayê de hatiye ragihandin, ku kongres bi niyete projeyasayekî derbarê çend grûbên Heşda Şebî de gotûbêj bike û wan bixe nava Lîsteya Terorê û herwiha cezayan bi ser wan de bisepîne.

Li gorî daxuyaniyê, grûbên weke Esaîbê Ehlê Heq, Tevgera Nûceba û Yekîneyên Hizbûlahê yên di bin sîwana Heşda Şebî de, di nava vê lîsteyê de ne.

Kongresman Trent Franks û Brad Sherman ev projeyasaya pêşkeşî Desteya Serokatiya Kongresa Amerîkayê kirine. Biryare ev projeyasa di rûniştinên destpêka sala 2018'ê de werin gotûbêjkirin.

Beriya niha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihandibû, ku navê Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû mehdî Mihendis ji sala 2009'ê ve ketiye nava Lîsteya Terorê ya Amerîkayê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.