Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî ragihand ku bê çawa me Amerîka ji Ebû Kemalê derxist vê bi heman awayî ji herêma Reqayê jî derbixin.
Elî Ekber Wîlayetî di axaftina xwe ya li konferansekê Tehranê de got: "Çi şîe û çi jî sunî, Îran piştgirî dide grûbên cuda yên îslamî. Eger heta niha di vê mijarê de me serkeftin tomar kiribe, ew jî bi saya piştgiriya rêberê mezin ê şoreşa îslamî ya Îranê Xamaneyî û sazûmankarê Komara Îslamî Xumeynî bûye."
Wîleyatî di berdewamiya axaftina xwe de got: "DIŞI ji aliyê rojava ve ji bo reşkirina sîmaya îslamê hatiye avakirin. Yek ji armanca avakirina DIŞIê lêdana Iraqê bû. Yek ji rêberê DIŞIê Zerqawî gotibû, divê navenda bîrûbaweriya Îranê, wate Necefê ji holê rakin."
Şêwirmendê Ayetullah Elî Xemaney di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amerîka dixwaze li Reqqayê 12 baregahên leşkerî ava bike 3u 10 hezar leşkerên xwe li herêmê bicîh bike. Amerîka û welatên parêzvanên siyonîstan divê vê yekê bizanin ku dê ji Reqqayê jî werin derxistin. Xeyala wan ew bû ku li Ebû Kemal bimînin lê pêk nehat. Wan dixwest bi mayîna li Ebû Kemalê peywendiya Tehran, Şam, Beyrût û Bexdayê qut bikin lê em nahêlin bi vê dile xwe xweş bikin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin