Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 72 terorîstên din hatin kuştin

di vê şerî de herî kêm 72 terorîst hatine kuştin
کوردستان TV
100%

  Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwedanê şêr û pêvçûnên giran berdewam dikin û heta niha 72 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku 84 roja berdewam dike de şervanên QSD darbeyên giran li terorîstên DIŞIê didin. Herî dawî li gundê Siwedan ku dikeve 25 km bakurê rojhilate Dêrazorê ev sê roj in di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DISIê de şêr u pêvçunên giran rû didin. Di encama şerê Siwedanê ku heya niha berdewam dike de 72 çete hatin kuştin, siwareyeke doçka hate rûxandin, miqdareke cebilxane û  5 çete jî dîl ket destê şervanên QSD’ê.

Di şerê Siwedanê de 7 şervanên QSD’ê jî şehît ketin. Şervanên QSD’ê heta niha li hemberî çeteyên DIŞIê de berxwedana xwe didomînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.