YPG bi beşdariya Rûsya: Rojhilatê Dêrazorê bi temamî rizgar bû

Rûsiya gelek hevkarî kiriye
کوردستان TV
100%

 Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî herêma rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji DIŞI’ê hate rizgarkirin. YPG’ê diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Daxuyanî li Taxa El-Salihiyê ango yekemîn taxên rojhilatê bajarê Dêrazorê ku hatiye rizgarkirin, ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd, ve hate xwendin.

Li vir Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa  Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif jî amade bûn.

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.