Tirkiye bersiv da daxuyaniya Pentagonê ya derbarê YPGê de

Tirkiye dibêje tenê mafê meye emê biryar li ser Tirkiyeyê bidin
کوردستان TV
100%

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin bersiv da daxuyaniya Pentagonê û diyar kir ku, "Tehdîdên li dijî netewa me çîne ne kesên din biryarê didin, vê yekê Tirkiye bi xwe dide."

Berdevkê Serokomartiya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin bersiv da daxuyaniya Pentagonê ya di mijara YPGê de.

Kalin, "Di daxuyaniya Pentagonê de eşkere dike ku çekên li dijî netewa Tirkiyeyê nabin tehdîd nayên topkirin. Tehdîdên li dijî netewa me çîne ne kesên din biryarê didin, vê yekê Tirkiye bi xwe dide. Divê rastiya daxuyaniya ku dibêje çekên ku me dane YPGê em ê ji paşve bistînin hebe."

Berdevkê Maseya Rojhilata Navîn ê Pentagonê Eric Pahon eşkere kiribû ku hemû çekên ku Tirkiyeyê tehdîd bike em ê ji YPGê ji paşve bistînin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.