Parlementerên baskê jêr yê Dumayê Olga Savastyanova diyar kirk u ew dê têketina saziyên çapemeniyê yên amerîkî bo Dumayê qedexe bikin.
Piştî ku li ser daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkayê televîzyona Russia Today (RT) di jêr qanûna FARA de weke sîxura biyanî hate qeydkirin Rûsya jî ji bo bersivê bide Washingtonê kete nav tevgerê. Qanûna FARA saziyên ku ji bo welatekî din çalakiyên lobiyê dikin dike armanca xwe. Rûsya dike bi heman şêweyî bersiva vê yekê bide
Savastyanova pirsên çapemeniyê bersivandin û diyar kir ku ew dê pêşnûmaya ku qedexeya têketina saziyên çapemeniyê yên amerîkî bo Dumayê heftiya bê dê li Dumayê were dengdan.
Savastyanova da zanîn ku ew dê vê biryarê pêşniyarî parlemetoyên herêmî yên li Federasyona Rûsyayê jî bikin.
Savastyanova teqez kir ku pêşnûma piştî ku li DUMAyê hate erêkirin dê têkeve meriyetê'
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin