Şandên başûr û bakûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê gehêştin hev.
Her du şandeyên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ji bo çavdêriya hilbijartinên rêveberiyê xwecihî yên Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê gihaştin Rojavayê Kurdistanê û li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan civiyan.
Hevseroka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Rûken Mella Îbrahîm ragihand ku her du şandeyên çavdêriyê di li her du herêmên Cizîrê û Ferat çavdêriya hilbijartinan bikin.
Komsyona Bilind a Hilbijartina li gel endamên her du şandeyên Bakur û Başûrê Kurdistanê li Rimêlanê civiya û mekanîzmaya encamdana hilbijartinan ji bo wan şîrove kir.
Di nava şandeya Herêma Kurdistanê de Parlamentera PDKê Amîna Zikrî, Parlamenterê YNKê Zana Ebdulrehman, Parlamenterê Tevgera Goranê Şêrko Emîn Qadir û kesên serbixwe Seîd Mistefa û Elî Îsmaîl Seîd cih girt.
Di nava şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de jî Cîgirê Hevserokayetiya HDPê û Parlamenterê Wanê Nadir Yildirim, Parlamentera Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe, Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê yê Agirî Berdan Ozturk, Berpirsê HDPê yê Hewlêrê Abîd Îke, endamên HDPê Bahadir Altan, Fatma Gok û Muzeyyen Guneş cih girt.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin