Cîgirê serfermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku welatên hevpeyman ew agahdar kirine ku dê li gel wan li ser peymana alîkariya li gel wezareta Pêşmerge berdewam bin û peyman nû kirine.
Cîgirê Serfermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Qehreman Şêx Kemal diyar kir ku ew welatên rahênan û perwerde didin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ku di çar binkeyên leşkerî yên ser bi navenda wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê heta dawiya sala 2018ê dê li gel me bin û wan bixwe agahdar kirine ku rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmerge û alîkariyên xwe dê berdewam bikin.’’
Şêx Kemal diyar kir ku welatên hevpeyman ku ji Amerîka, Brîtanya, Almanya, Îtalya û hin welatên din pêktê, ku biryara man û nemanê di destê wan bixwe de ye, naha em agahdar kirine ku dê li Kurdistanê bimînin û ev jî tê wê wateyê ku peymana li gel wezareta Pêşmerge ya gehandina alîkariyan nû kirine û ragehand: ‘’Rêkirina alîkariyên leşkerî li welatek bo welatek din di gohere û hin welat bo nimûne welateke wek Almanya hem perwerde dide hêzên Pêşmerge, hem jî alîkariya çek û teqemenî jî bo hêzên Pêşmerge rêdike.’’
Kemal got: Demek nêzîk de kongre û civînek emê li gel hêzên hevpeyman pêkbînin û plan daynin li ser çawaniya pêkanîna perwerdeya hêzên Pêşmerge û coreya çek û herwaha daxwazên Pêşmerge dê ji wan çi be ew jî dê sala 2018ê de dê bên bicîh kirin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin