Kiliçdaroglu eşkere kir bê belgeyên li ser Erdoganî ji kê stendine

Serokê chpê dibêje min belge ji çavkaniyên fermî wergirtine
کوردستان TV
100%

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir bê ew belgeyên derbarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî û malbata wî de ji kê stendine.

Serokê CHPê beşdarî Lûtkeya Wekhevî, Dadmendî û Jin bû û tê de li ser pirsyara moderatora programê Ayşe Armanê bê gelo belgeyên wek çavkaniya îdîayên hesabên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî, malbat û derdora wî nîşan dide ji kû bi dest xistine, Kiliçdarogluyî wiha got: "Ne FETOyiyan dan, tiştekî wiha tine. Bi milyonan bîrokrat hene ku ji vî welatî hez dikin."

"Girava Manê wiha giring e: Tu yê ji welatiyan re bibêjî, 'bacê bide'…Lê ji bo zarokên wan efendiyên li Enqereyê, eger ji bo bacê nedin, biçin welatekî din, li vir kêşeyeke exlaqî heye."

(Li ser îdîaya ku belge sexte ne) ji daxuyaniya pêşî û heta niha hemû stratejiya me hat cih. Kî dê kîjan axiftinê bike, ew jî di wê dema ku me texmîn kiribû de pêk hat. Niha tenê gaveke me maye. Em ê îro yan sibe wê jî pêk bînin.

Helbet ê ku ev belge dane, mirov e. Min ji fezayê wernegirtine. Çawa ji me re hat, em derneketin meydanan. Me nerî, vekola û piştrast kir. FETOyiyan dan? Na, ti têkiliya wê tine. Li vî welatî bi milyonan bûrokrat hene ku ji giringiyê didin berjewndiya welatî û jê hez dikin. Ew mirovên welatparêz in û tehemula neheqiyan nakin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.