Amerîka, piştî mûşeka dawî ya Koreya Bakur bang li hemî welatên cîhanê kir ku peywendiyên xwe bi Pyongyangê re qut bikin.
Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley diyar kir ku divê bi taybetî Çîn dijî Koreya Bakur gavên berçav biavêje.
Haley da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump ji hevtayê xwe yê Çînî Şi Jinping xwestiye ku êdî petrolê nefiroşe Pyongyangê.
Haley di axaftina xwe ya li Civata Ewlekariya NY got: Em pevçûnan naxwazin, lê ger şer derkeve ewê Koreya Bakur bi temamî ji holê rabe.
Qesra Sipî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Trump bi Jinping re li ser telefonê axifiye û ji wî xwestiye ku Koreya Bakur îqna bike ku provokasyonên xwe rawestîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin