Îraq û Tirkiye nedixwestin ku fîlma pêşmerge li NY were nîşandan.
Dohê şev fîlma pêşmerge yaku ji aliyê derhênerê navdar yê Franseyê Bernard Henri Lévy ve di çeperên şer de hatiye tomarkirin hate nîşandan.
Beriya destpê kirina nîşandana fîlma han nunerên Tirkiye û Îraqê yên ku hertim neyartiya gelê Kurdistanê kirine, gelek hewl dan daku rê nedin ev fîlma han were nîşandan, lêbelê hewldanên wan bê encam bûn û film hate nîşandan û amadebûyan bo coşeke mezin heta dawî li fîlmê mîze kir.
Heriha beriya nîşandana fîlmê, li ser maseya nunerên welatên cîhanê, navê hêzên pêşmerge hate nivîsandin û pişt re nunerê Franseyê gotarek derbarê naveroka fîlmê de pêşkêş kir.
Pişt re derhênerê fîlmê jî gotarek pêşkêş kir û bi tundî rexne li siyasetên civaka cîhanî yên li hember Kurdistanê kir û piştgîriya xwe jî bo serbixweyiya Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin