Parlementarekî PDKê dibêje hilbijartin bersifa tevahiya daxwazan dide.
Parlementerê parlementoya Kurdistanê yê li ser firakisyona PDKê Ferhan Cewher ragihand ku lazime di sala 2018an de hilbijartin were kirin û me weke PDKê pê xweşe ku tevahiya hilbijartinan di demên xwe de û bihevre werin kirin.
Ferhan Cewher herwiha diyar kir ku hilbijartin bersifa tevahiya daxwazan dide û çaresereke giştiye bo tevahiya kêşeyên ku niha li Kurdistanê de hene.
Cewher di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku ji bilî hilbijartinê ti rêyeke din li pêşiya me de tuneye jiber ku hîn jî gelek ji aliyan li ser kar û kiriyarên hikûmetê lihev nekirine û rexneyên wan li ser lêv û tevgerên hikûmetê hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin