Milîsên heşda şebî fermanek Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî red dikin.
Îro berdevkê heşda şebî Ehmed Esedî ragehand, ku dest ji karê berdevkiya heşda şebî vekêşandiye û hevpeymanek bi navê ‘’Mucahîdîn el Întixabî’’ bo beşdarbûna helbijartina parlamentoya Iraqê dê pêkbîne.
Ehmed Esedî ragehand, erkê hevpeymaniyê li parlamentoyê dê bibe ‘’Parastina Heşda Şebî’’ û kar bo xizmet kirina wê hêza milîs be.
Ew daxuyaniya berdevkê heşda şebî ya dest ji kar berdanê, berevajî fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû ew rê nadin ku milîsên heşda şebî beşdarî li helbijartina parlamentoyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin