Dozgeriya giştî bi hinceta endambûna cemaeta gulen biryara girtinê bo 360 kesên din der xist.
Serdozgeriya Tirkiyê biryara girtin 360 kesan der xist ku piraniya wan leşkerên û niha di nava artêşa Tirkiyeyê dixebitin.
Dewlet wan bi endametiya cemaeta Fethulah Gulen tawanbar dike.
Gulen ewlatiyekî Tirkiyeyê ye û di warê olî de nav û dengekê vî heye û niha li Amerîka dimîne û Tirkiye wî weke kesê yekê yê berpirs ji hewildana darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha sala bûrî dibîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin