Serokwezîr li gel Konsulusê Tirkiyeyê civiya

konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê hat guhertin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kosulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Akîf Înam û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de Mihemed Akîf Înam diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestine ji rayedarên Kurdistanê jiber ku dema erkdariya vî li Kurdistanê bi dawî hatiye.

Akîf Înam di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya hikûmet û Serokwezîrê Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya vî kirine. Nav hatî behsa vê  yekê kir ku di dema pîwerdariya xwe de hewl bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Enqereyê daye û got: Têkiliyên navbera her du aliyan gelek pêş ketine.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê hêviya serkeftinê ji bo Înam xwest û jiber cîhbicîh kirina pîwerdariya xwe ya li Hewlêrê spasiya vî kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jiber wan hevkariyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bo welatiyên ku di dema erdhejê de rastî zirarê hatibûn, hatibû şandin, spasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.