Yildirim: Ger YPG beşdarî Cenevrê bibe em jî ji peymana penaberan vekişin

Tirkiye vê carê ji ber YPGê gefan li Ewrûpayê dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, di serdana xwe ya Brîtanya de diyar kir ku ger Yekîneyên Parastian Gel (YPG) beşdarî civînên Cenevrê bibe, mimkune ku ew peymana bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re ya bo sitandina penaberan betal bikin.

Gera hêştan ya civînên Cenevrê, îro Sêşemê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) destpê dike.

Yildirim, diyar kir ku li Sûriyê 3,5 mîlyon penaberên Sûrî dimînin û wan rê li ber 53 hezar çekdarên ku hewil dane derbazî Sûriye û Îraqê bibin girtiye.

Yildirim got: Me bi hezaran terorîstên DIŞIê li derveyî şer girtin. Niha li Tikriyê 3,5 mîlyon penaber hene. Ger em ji wan re bêjin ‘Ewrûpa li vir e, hûn dikarin derbaz bibin’, hûn dizanin ewê encama wê çi be?’’

Yildirim da zanîn ku Partiya Karkarên Kurdistan (PKK) ‘’serê Tirkiyê pir êşandiye’’ û ger Ewrûpa piştgirîyê bide wan ewê xwe bixe metirsiyê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.