Pentagon: Emê Hevkariya bi HSD'ê re Bidomînin

beruvajî Tirkiyeyê, amerîka dibêje hevkariyên me didomin
کوردستان TV
100%

Reuters’ê ji zarê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Amerîka hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di nav de ye, bidomîne.

Pentagonê diyar kir ku çekên ku ew didin HSD’ê jibo hin erkên wek têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) sînordarkirî ne û wan berê jî Tirkiyê ji vê yekê agahdar kiriye.

Hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axifîbûn û Enqerê xwestibû ku Washington piştgiriya bo Kurdên Sûriyê rawestîne.

Piştî axaftina wan, Wezîrê Deve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu jî gotibû ku ewê Amerîka êdî çekan nede YPG’ê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.