Kremlîn îro Sêşemê ragihand ku hîn demeke zelal ji Kongreya Gelên Sûriyê re nehatiye danan, ku ji aliyê Rûsyeyê ve hatibû pêşniyar kirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov bal kişande ser vê yekê ku kongreyeke wiha divê hembêzkar be û heta pêkan be, hemî komên etnîkî û olî tê de cîh bigirin.
Peskov di preskonferansekê de ji nûçegîhanan re got: Tiştê herî girîng ew e ku kongre bi rekûpêkî were amade kirin û li ser lîsta beşdaran hevbîrîyekê hebe – beşa herî dijwar ya kongrê ev e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin