Nêçîrvan Barzanî: Em ji xeletandinên Bexdayê dilteng in

Serokwezîr dibêje Bexda dixwaze me bixapîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Bexda ji aliyekê ve bûdce naşîne û dest daniye ser petrola Kerkûkê lê ji aliyê din ve jî wesa nîşan dide ku di xema meaşên hemwelatiyên Kurdistanê de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna civata wezîran  civîneke rojnamevaî saz kir û got: “Me bawer nedikir piştî şerê DAIŞê bi destê hêzên iraqî 180 hezar kes koçber bibin. Tişta ku li Kerkûk û Xurmato bûye li ber çavê hemû kesan çêbû. Em bang li civaka navdewletî dikin, ku li ser mijara Kerkûk û navçeyên din bisekine.”

Nêçîrvan Barzanî ji hikûmeta Iraqê daxwaza qerebûkirina koçberên Kerkûk û navçeyên din kir û herwiha diyar kir, ku pêwîst e şert û merc werin amadekirin da ku xelk vegere malên xwe.

Barzanî eşkere kir, ku aboriya Herêma Kurdistanê piştî Kerkûkê derbeyeke giran xwariye û got: “Ji aliyekê ve dest danîne ser petrola Kerkûkê û bi xwe jî nikarin jê sûdê werbigrin, ji aliyê din ve dibêjin em di xema meaşên xelkê Kurdistanê de ne. Em ji vê xeletandin û çewtkirinê nîgeran in. Bexda bixwe jî nikare petrola Kerkûkê bifiroşe lê nahêle em jî bifiroşin û meaşên karmendan bidin.”

Li ser mercên ku Bexdayê jî Serokwezîr da xuyakirin: “Di destûrê de statû û erkên Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin. Kurdistan xwedî pêgehekê ye. Dibêjin sînoran û firokexaneyan radest bikin. Wateya radestkirinê çi ye? Ma Bexda xelkê Herêma Kurdistanê weke hemwelatiyên iraqî nabîne? Eger dixwazin bibînin ka em li vir çawa kar dikin, bila kerem bikin, me pêşiya wan negirtiye.”

Barzanî herwiha got: “Mercên ku beriya diyalogê didin pêşiya me ne rast in. Divê guftugo bikin da ku mercan bizanin. Ji bo îstîqrara Iraqê pêwîstî bi diyalogeke cidî heye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku wan gotiye ew rêzê ji biryarên Dadgeha Federal re digrin lê divê Bexda jî rêzê bigre û wiha axivî:

“Berî her tiştî divê Bexda biryarên li dijî destûrê yên li ser herêma Kurdistanê hilweşîne. Ewan beriya biryara dadgehê dest bi wergirtina biryaran kirin. Dixwazin Herêma Kurdistanê ceza bikin. Weke mînak biryarên li ser nûnerên Kurd, ku Bexdayê ne rast dît.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê de diyar kir, ku hevdîtinên wan ên li gel aliyan berdewam dikin û ragihand: “Hemû aliyên Herêma Kurdistanê li ser prensîbên hevbeş hemnêrîn in. Piştî hevdîtina li gel aliyan emê biryara dawîn a derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bidin. Ev hikûmet bi xwe demkî ye ma pêwîst dike hikûmeteke din ê demkî were avakirin?”

Li ser mijara hevkariyên navdewletî ji bo pêşmerge Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku dema protokola hevkariya ji bo pêşmerge bi dawî bûye lê ji bo nûkirina wê ti pirsgirêk nînin.

Serokwezîr Barzanî tekez kir, ku referandûm biryara yek alî û partiyekê nebûye, biryara hemû aliyan bûye û diyar kir: “hemû aliyan bi hevre roj diyar kirin. Ewên beşdarê biryardanê nebûn jî roja referandûmê bi şanazî çûne ser sindoqan.”

Derbarê deynên Herêma Kurdistanê de Barzanî da zanîn, ku hikûmet zêdetir denydarê kompanyayên petrolê ye, ku ji wan pere wergirtiye ji bo meaşên fermanberan.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî derbarê zêde bikaranîna çavkaniyan jî rexneyek kir û got: “Li Kurdistanê çanda îsrafê heye, 24 demjimêran glopên ne pêwîst pêdikevin. Bi rastî ez ji vê yekê nerazî me.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.