Fûad Mesûm: Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilnaweşe

Serokkomarê Îraqê li Kerkûkê ye
کوردستان TV
100%

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Kerkûkê ragihand, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilnaweşe. Ew hêvîdar e jî di nêzîktirîn dem de parêzgariya nû bê diyarkirin.

Derbarê şandina hêzeke taybet ya Serokatiya Komarê ji bo parastina xelkê Xurmatûyê de, Mesûm got, heta niha ti hêzeke Serokatiya Komarê ji bo Xurmatûyê nehatiye şandin.

Serokomarê Iraqê amaje bi wê da, dosyaya ewlehiya bajarê Kerkûkê ji aliyê polîs û hêza dijeterora Iraqê tê birêvebirin.

Ji çend rojan ve Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm bi serdanekê gihêştiye Herêma Kurdistanê, îro jî serdana bajarê Kerkûkê kir.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.