Bozdag: Divê Amerîka wan çekan kom bike

Tirkiye daxwaz dike Amerîka çekên ku dane YPGê ji bistîne
کوردستان TV
100%

 Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag hevdîtina Erdogan û Trump wekî ‘xaleke dîrokî' bi nav kir.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag di televizyona 24 TV'yê de di derbarê hevdîtina bi telefonê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de axivî û ew hevdîtin wekî ‘xaleke dîrokî' bi nav kir.

Bozdag diyar kir ku Tirkiye wê daxuyaniya Trump ya di warê çeknedayînê de bişopînin û dest nîşan kir ku divê çekên ji bo YPGê hatine dayîn jî werin komkirin.

Bozdag got, "Daxuyaniya Trump a ‘Em ê çekan nedin' gelekî girîng e, lê ger tenê bi gotinê bimîne hîç qedrê wê tune ye. Divê Amerîka çekên daye YPGê kom bike, em gotinên wan dişopînin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.