Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murad Qerayilan ragihand, Tirkiye êrîşekê li dijî Efrînê bike, dê şerek li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bibe.
Qerayilan got, "Mêtingeriya Tirk bi nêrîneke neteweperestî û şovenîst dijminatiyê li gelê Kurd dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li başûr, rojava û rojhilat jî dijminatiyê dike. Dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê li Kurdistanê bidomîne.
Qerayilan derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê de got: Projeyên Tirkiyê yên li dijî Efrînê wê rê li ber şerekî demdirêj veke. Şerê Efrînê wê tenê li Efrînê nemîne, wê li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bibe.
Nav hatî herwiha got: “Tirk dixwaze Rûsya û Îranê ji xwe re bike hevpar. Rêveberên van welatên navbûrî divê rastiya vê mêtingeriyê baş fêhm bikin. Mêtingeriya Tirk bi rengekî vekirî dijminatiya xwe ya li gelê Kurd li qada navneteweyî tîne ziman.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin