Tirkiyê: Referanduma Kurdistanê,YPG/PYD û Sûriye mijarên me ne

Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje emê li ser referandumê giftûgo bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım beriya ku li balafirê siwar bibe û here Îngîltere, li balafirgehê civîneka çapemeniyê lidarxist.

Di civînê de ragihan ku di her cara ji Amerîkayê, pirsîne, Amerîka ji wan re digot hevkariya wan û  PYDê ji bo demeka demkiye.

Li ser beyana Amerîka ku got wê êdî sîlih nedin PYDê weha got: Em li bendene ku gavek zûtir ev hevkarî biqede. Em li bendêne ku Amerîka dagere hevkarê xwe yê rast yê berê.”

Berê jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re axifîbû û Trump jê re gotibû nema ku êdî sîliha bidin YPGê.

Yıldırım di beşeke din ji axaftinên xwe de got:  Li gor ku soz daye, tişteka ku em şirove bikin tine ye. Me di serî de ji wan re got hevkariya bi PYD û YPGê re li dijî DIŞIê ne raste.

 Amerîka ji me re got ku mecbûrin bi wan re hevkariyê bikin. Madem DIŞI ji herêmê hatiye paqijkirin, mecbûriyet jî ji ortê rabûye. Em li bendêne ku vê hevkariyê gaveka zûtir ji ortê rakin. Em li bende ne ku dagerin hevkariya hevkarên xwe yê berê.”

Li ser mijara serdana Brîtanyayê Yıldırım got ku wê di mijara têkiliyên du alî, referaduma herêma Kurdistanê û çareseriya Sûriyê de, bi Brîtanya re biaxifin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.