Komên cîhadî yên radîkal ên ser bi dewleta Tirk li bakûrê Helebê 3 kopterên Rûsyayê xistin xwarê. Kuştî û birîndar jî hene.
Li gorî çavkaniyên leşkerî ku ji ANHA’yê re ragihandine, sê kopterên Rûsyayê piştî ku li herêmê gerek pêk anîn û vedigeriyan baragehên xwe yên li herêma Efrînê bi çekên giran ji aliyê cîhadiyên ser bi dewleta Tirkiyeyê ên li gundê Til Nisêbîn ê li bakûrê Helebê ve hatin hedefgirtin.
Li gorî agahiyan, di encamê de hersê helîkopterên Rûsyayê bi çekên giran hatin xistin.
Li gorî çavkaniyê, kuştî û birîndarên Rûs jî hene. Tê gotin ku di van kopteran de çend fermandarên payebilind ên Rûs jî hebûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin