Artêşa azad dixwaze Fermandarên Ereb yên HSDê bibe cem xwe.
Artêşa azad ya Sûriyê ragihand ku hewl didin fermandeyên ereb ên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bînin aliyê xwe.
Berdevkê artêşa azad ya Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, Ebû Farûq ji El Cezîreyê re ragihandiye, ew dixwazin fermandeyên ereb yên HSDê bikşînin aliyê xwe.
Ebû Farûq her wiha gotiye: "Xebatên me yên ji bo rakişandina fermandarên ereb yên HSDê didomin. Me di asta îstîxbaratê de jî hinek tişt kirine."
Beriya niha berdevkê HSDê Telal Silo, ku kesekî turkmen e, ji HSDê veqetiyabû û tevlî artêşa azad ya Sûriyê bibû. Heta niha nayê zanîn Silo hatiye revandin yan jî bi xwe çûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin