Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku bi 6 balafirên menzîldirêj yê bombebaranê yên tîpa wan Tu-22M3an li bakurê rojavayê Sûriyeyê senger û baregehên DIŞIê bombebaran kirin.
Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wiha ye, "25ê mijdara 2017an de balafirên menzîldirêj yê bombebaranê yên tîpa wan Tu-22M3an yên ku ji baregeha Rûsyayê rabûn senger û eniyên DIŞIê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê bombebaran kirin."
Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hindek wesayît û sengerên DIŞIê yên li herêma Işarayê jî hatine rûxandin.
Ji hela din ve balafirên şer ên Su-30M û Su-35S yên ku ji baregeha Hmeymim rabûn û li Sûriyeyê deverên DIŞIê yên ji berê de diyarkirî hatine ruxandin. Li gorî agahiyên daxuyaniyê hemû hedefên tesbîtkirî hatine ruxandin, ev yek ji terefê pergala kontrolê ya objektîf ve jî hate pişterastkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin