Di peravên Lîbya da 31 koçberan jiyana xwe ji dest dan

çend koçberên din li Lîbyayê hatin rizgarkirin
کوردستان TV
100%

Hat ragehandin li peravên paytexta Lîbya Trablûsê, termê 31 koçberên ku dixwastin bi rêkên ne yasayî derbasî Ewropa bibin hatine dîtin û 35 kes jî hatine rizgar kirin.

Berdevkê hêzên behrê yên Lîbyayê Eyûb Qasim diyar kir ku tîmên ewlekariya qadê li Karabulî ku dikeve rojhilatê Trablusê de termê 31 kesan peyda kirine û 35 kes jî hatine rizgar kirin.

Qasim her wiha ragihand, keştiya ku koçber hildigirt  dema ku Karabulî derketiye û hewildaye li ser behra Sipî re derbasî Ewropa bibe bin av bûye û diyar kir tevahiya  koçber ji welatên Afrîqa ne û di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarok jî hebûne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.