Iraq dê xeteke nû ava bike ji bo petrola Kerkûkê bişîne Tirkiyeyê

Ira planeke nû bo petrola Kerkûkê amade kiriye
کوردستان TV
100%

Wezareta Petrolê ya Iraqê îro yekşemê ragihand dê xeteke boriyan a nû amade bike daku petrola zeviyên Kerkûkê bişîne bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê.

Reutersê ragihand ku xeta nû dê şûna beşekî kevn û xerabe ya xeta boriyên KerKûk-Ceyhanê bigire. Tê payîn ku ev xeta nû dê ji bajarê Bêciyê dest pê bike û di deriyê sînorî yê Fêşabûrê yê li gel Tirkiyeyê re biçe.

Hêjayî gotinê ye ku deriyê sînorî yên Fêşabûrê hîn di destê Hikûmeta Kurdistanê de ye û Hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwaze ku birêveberiya Kurdistanê wan deriyan radestî wê bike lê hîn lihevkirinek li ser vê babetê çênebûye.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.