Hikûmeta Iraqê biryar daye navê koçberên kurd û erebên sunnî yên li cem navendên parvekirina ardî li Dihukê veguheze parêzgehên wan. Armanca vê biryarê ew e, ku guvaşê bixin ser koçberan da ku vegerin malên xwe.
Hikûmeta Iraqê ev 2 sal in xişteya pêdana beşa xwarinê naşîne û mehane navê 5 heta 10 hezar koçberan ji datayan derdixîne, bêyî ku ew vegeriyabin ser cih û warên xwe.
Lê koçber ji ber vê biryarê dilgiran in. Ew dibêjin malên wan wêran bûne û rewşa ewlekariya herêmên wan jî ne baş e. Lewma vegera wan xeter e.
Koçbera kurd Leyla Hacî dibêje: “Me navê ard û xureka me here Mûsilê. Em nikarin herin ji wir bînin. Em naçin wê dera ku navê me şandine.”
Beşek ji arda ku Wezareta Bazirganî ya Iraqê ji sala 2007ê ve bi ser xelkê Dihuk, Şingal, Rebîe û Zummarê û herwiha li Deşta Nînowa parve dike, li Sayloya Dihukê tê berhemanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin