Pênc zarokên kurdên êzdî li Tirkiyê hatin dîtin

terorîstên DIŞIê zarokên êzidî birine Tirkiyeyê û daxwaza pereyan ji malbetên wan dikin
کوردستان TV
100%

Pênc zarokên kurdên êzdî ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin li Tirkiyê hatin dîtin û hikûmeta herêma Kurdistanê hewl dide wan vegerîne.

Berpirsê ofîsa revandiyên êzdî Husên Qaîdî ragehand ku em hewl didin wan zarokan vegerînin bo Kurdistanê û em li benda temambûna rêkarên yasayî ne.

Husên Qaîdî ragehand, ew pênc zarok ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DIŞIê ve hatibûn revandin û ew çekdarane piştî vegeriyan bo welatên xwe, ew zarok li Tirkiyê bicîh hiştine.

Piştî dagirkirina bajarê Şingalê ya ji aliyê DIŞIê ve çekdarên wê rêxistinê bi hezaran jin û zarokên kurdên êzdî hatin revandin. 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.