Bajarê strana Michael Jackson bi Kurdî stra

komeka muzîkê straneke Jackson bi Kurdî stra
کوردستان TV
100%

Koma Bajarê strana Michael Jacksonî ya bi navê “They Don’t Care About Us” bi Kurdî xwend ku stran di sala 1995ê di albuma bi navê HIStoryê de hatibû belavkirin

Koma Bajar a ku muzîka folk rockê bi Kurdî (Kurmancî, Zazakî) û bi Tirkî çêdike strana Michael Jacksonî a bi navê “They Don’t Care About Us” bi Kurdî stra. Jacksonî ev stran di sila 1995ê di albuma bi navê HIStoryê de belav kiribû û bûbû sedema gelek nîqaşan.

Dema albuma single a Jacksonî hat belavkirin, Jackson rastî wan rexneyan hat ku album li dijî Cihûyan e. Vîdeo klîpa pêşiyê ya stranê li girtîgehê hatibû kişandin û ev klîp jî hatibû rexnekirin. Jacksonî paşê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku ew xelet hatiye famkirin û armanca wî şermezarkirina neftera nîjadî ye. Lê ji ber ku rexnekirin berdewam kirin, album nema hatibû firotin û Jacksonî gotinên stranê ji nû ve nivîsand û careke din belav kir. Lê kanala muzîkê MTVyê bi hinceta ku dîmenên tundkariyê tê de hene, klîba nû jî nexist nava lîsteya weşanê. Li ser vê rewşê Jacksonî tevlî derhêner Spike Lee çûn Brezilyayê û li vir klîpeke din kişandin.

Ji ber vê strana ku li hemberî nîjadperestiyê helwesteke zelal nîşan dide, Jackson rastî gefên koma bi navê Ku Klux Klanê ya nîjadperest hat. Di sala 1991yê de ji bo strana xwe ya bi navê “Black or White” jî Jacksonî rastî gefan hatibû.

Koma Bajarê strana “They Don’t Care About Us” bi navê “Bêjim em ne xema wan in” wergeran Kurdî û stra.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.